Dinya

Kremlîn: Putîn vexwendina Erdogan ya ji bo Tirkiyeyê bi kefxweşî qebûl kir

Emre Gürkan Abay  | 27.01.2022 - Rojanekırın : 31.01.2022
Kremlîn: Putîn vexwendina Erdogan ya ji bo Tirkiyeyê bi kefxweşî qebûl kir

Moskova

Berdevkê Kremlînê Dmîtrîy Peskov daxuyand Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn vexwendina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi kêfxweşî qebûl kir.

Peskov li Moskovayê ji rojnamevanan ra daxuyand, Serokomar Erdogan Putîn vexwendiye Tirkiyeyê û wiha axivî: "Him di navbera komîsyonên hikûmetan da û him jî di navbera hevdîtinên herdu serokan da rawestandinek hebû."

Peskov got Putîn vexwendina Erdogan bi kêfxweşî qebûl kir û wiha dewam kir: "Piştî şewba Kovîd-19ê û bernameyên wan mûsaîd bû ev hevdîtin wê çêbibe."

- Bersiva nivîskî ya Amerîkayê

Amerîkayê duh bi nivîskî şev garantiya ewlehiyê ji Rûsyayê ra şandibû ku Peskov der barê vê da jî got wî ev bersiv xwendiye.

Peskov got Amerîka û NATO guh nadin fikarên sereke yên Rûsyayê û wiha pê da çû: "Ji ber vê ji bo rewşeke baş zêde sedem tunene. Ji bo bersivên Amerîka û NATOyê bên lêkolînkirin dem hewce dike. Divê em ecele negihêjin encaman."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın