Muhammet Kurşun
03 Îlon 2017•Rojanekirin: 04 Îlon 2017
SEUL
Koreya Bakur ragihand ku "bombeya hîdrojenê" ku li moşeka balîstîk a nav parzemîna bar dibe ceribandiye.
Li gor xebera ajansa xeberan Yonhapê xwe sipartiye çapemeniya Koreya Bakur û weşandiye, rêveberiya Pyongyangê diyar kir ku testa şeşemîn a nukleerî ya îsal ceribandiye.
Di daxuyaniya Koreya Bakur de, hat destnîşankirin ku bombeya hîdrojenê ya li moşeka balîstîk bar dibe hatiye ceribandin.
Li nêzîkî tesîsa ceribandina nukleerî Punggye-riya bajarê Hamgyonga Koreya Bakur, serê sibehê hejîneke bişiddet çêbûbû.
Sererkaniya Koreya Başûr jî daxuyaniyek belav kir û ragihand ku li nêzîkî tesîsê "erdheja çêkirî" hatiye meydanê. Hat ragihandin, loma jî tê texmînkirin ku Koreya Bakur ceribandina xwe ya şeşemîn a nukleerî kiriye.