Ad Dawhah
Li Dohaya paytexta Qeterê "Korbenda Doha 2025" ya bi mijara "Dadperwerî di Tevgerê da: Ji Sozûehdan ber bi Pêşvaçûnê va" ku gelek axêver û panelîstên astbilind ji çar aliyê cîhanê beşdar bûn, dest pê kir.
Korbenda Doha 2025 ku îsal 23yemîna wê tê lidarxistin û Ajansa Anadoluyê (AA) jê ra Hevbeşê Ragihandina Global e, bi axaftina Serokwezîr û Wezîrê Karên Derva yê Qeterê Şêx Mihemed bin Ebdurrehman Al Sanî dest pê kir.
Al Sanî tekezî kir ku di sîstema navneteweyî da di warê edalet, hesabpirsîn û serweriya hiqûqê da geşedanên mezin çêbûne û got, "Di gelek rewşan da, di warê hiqûqa navneteweyî da, êdî edalet nayê ditîn."
Al Sanî destnîşan kir ku windakirina bandora mekanîzmayên qanûnî qeyrana cîhanî kûrtir dike û anî ziman ku cîhana me ji ber çanda tunebûna hesabpirsînê bi qeyraneke nedîtî ra rûbirû ye.
Al Sanî got, "Em bawer dikin ku edalet ne tenê armanceke siyasî ye, lêbelê bingeheke sereke ye ji bo parastina hiqûqa navneteweyî."
Al Sanî diyar kir ku rêbaza navbeynkariyê ya ku Qeterê ev demeke dirêj e qebûl kiriye ne tenê vebijarkeke dîplomatîk e, lê polîtîkaya dewleteke pêkhateyî ye û got, "Navbeynkarî ji bo me ne lukseke siyasî ye, lê rêbazek kûr û domdar e."
Al Sanî tekezî li ser pêwîstiya vegerandina baweriyê bi pergala hiqûqî ya navneteweyî kir û got, "Îro, cîhana me ji her demê bêtir hewceyê vegerandina baweriyê bi serweriya hiqûqê û pergala navneteweyî ya dadperwer e."
Wezîrê Karên Derva yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan di çarçoveya Korbenda Doha 2025ê da beşdarî rûniştina bi sernavê "Navbeynkarî di Serdema Parçebûnê da" bû.
Wezîr Fîdan gotarek pêşkêş kir û bersiva pirsan da.
Hakan Fîdan anî ziman ku ew li Ukrayna û Xezeyê agirbestê dixwazin û got, "Tiştê ku (Serokê DYAyê Donald) Trump dixwaze di çarçoveya navbeynkarî û çalakiyên avakirina aştiyê da bike, niha bi berjewendiyên Tirkiyeyê ra hevdu digire."
Di bersiva pirsa gelo Tirkiye difikire ku eskeran bo Xezeyê bişîne? Hakan Fîdan got, "Tirkiye amade ye ku rola xwe bilîze. Ew amade ye ku beşdarî hewldanên aştiyê yên berdewam bibe."
Fîdan derbarê rewşa li Xezeyê da got, "Ez difikirim ku armanca yekem divê ew be ku bi bicihkirina Hêza Îstiqrarê ya Navneteweyî ji hevdu veqetandina Filistînî û Îsraîliyan li ser xeta sînor misoger bikin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
