Dinya

Li gorî Tom Barrack "Dibe ku pirsgirêkên di navbera DYA û Tirkiyeyê da di nav 4-6 mehan de werin çareserkirin"

Can Efesoy, Gökhan Çeliker  | 06.12.2025 - Rojanekırın : 06.12.2025
Li gorî Tom Barrack "Dibe ku pirsgirêkên di navbera DYA û Tirkiyeyê da di nav 4-6 mehan de werin çareserkirin"

Ankara

 Balyozê DYAyê yê li Enqereyê û Nûnerê Taybet ê Karûbarên Sûriyeyê Tom Barrack ji bo mijarên berdewam ên mizakereyên di navbera DYA û Tirkiyeyê da got, "Ez bawer im ev mijar dê di nav 4-6 mehan de werin çareserkirin. Ev têkilî qewîn û baş in."

Barrack di konferansekê da ku ji aliyê Enstîtuya Milken va li Îmaratê hat lidarxistin, rojev nirxand.

Barrack bal kişand ser "dostaniya" di navbera Trump û Serokomar Recep Tayyip Erdogan da û got ku her du serokan ev têkilî bi "têkiliyeke bêhempa" ava kirine.

Barrack got, "Em her tim dibêjin ku Tirkiye piştî YEyê hevalbendê me yê herî mezin ê NATOyê ye, wisa ye jî," û her wiha got ku tevî vê yekê jî, Enqere ji aliyê Ewropayê va "pir rêzgirtinê nabîne" û nayê xwestin bikeve Yekîtiya Ewropayê.

Barrack îdia kir ku fikreke wekî "Îsraîla Mezin" a Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû tuneye û "Îsraîl ji her alî ve tê tengezarkirin" û îdia kir ku felsefeya "Îsraîla Mezin" mimkun e bi rêya bazirganî û serfiraziyê pêk were.

Barrack di bersiva pirsekê da got ku Serok Trump dorpêçên li dijî Tirkiyeyê "bêwate" dibîne û ew ji hilberîna pîşesaziya parastinê ya Tirkiyeyê û îxracata balafirên bêfirokevan bo Ukraynayê haydar e.

Barack destnîşan kir ku Tirkiyeyê balafirên şer ên Eurofighter Typhoon kirîn lê DYA balafirên şer nafiroşe Tirkiyeyê û diyar kir ku Tirkiye beşeke giring a bernameya F-35an e û çar F-35ên wê li hangarê ne, lê ew nikare bigihêje van balafiran.

Barrack got, "Hûn dibêjin ew beşek ji NATOyê ne, hûn dixwazin ew Ewropayê biparêzin, lê Ewropa naxwaze ew xwediyê amûrên herî bilind û çêtirîn bin, ji ber ku ew ji tiştê ku li Rûsyayê diqewime ditirsin. Ev dînîtî ye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın