Konvoya Sumudê ya Mexrîbê: Ji 50yan zêdetir belem li peravên Maltayê dê bigihêjin hev

Tunis
Konvoya Sumudê ya Mexrîbê ragihand ku Fîloya Sumudê ya Kurewî ya ku ji 50yan zêdetir beleman pêk tê dê li peravê Behra Spî bigihêjin hev û ber bi Xezeyê va biçin.
Di daxuyaniya ji ser hesabê çapemeniya civakî yê Konvoya Sumudê ya Mexrîbê da hat diyarkirin ku belem ji bendergehên li Tûnis, Îtalya, Yûnanistan û Lîbyayê li pey hev derketin rê, belemên ku serê mehê ji Bendergeha Barselonayê ya Îspanyayê bi rê ketin jî piştî ku ji ber sedemên teknîk û organîzasyonel li bendergehên Tûnisê sekinîn ji Bînzertê ji nû va tevî rêgehê bûn.
Hat gotin tê plankirin ku fîloya ji 50yan zêdetir beleman pêk tê li peravên Maltayê bigihêjin hev û bi hev ra ber bi peravên Xezeyê va biçin, di beleman da derman, xwarina pitikan û alîkariyên xurekê û nêzî 50 welatan dildar hene.
Hat ragihandin ku di nav beşdarvanan da ji gelek aktîvîst, bijîşk, parlamenter û rîspiyên Ereb, ji welatên wekî Malezya, Tirkiye û welatên din nûner hene.
Di daxuyaniyê da bangî civaka navneteweyî kirin û hat destnîşankirin ku êrîşeke dijî dildar û aktîvîstên li fîloyê da sûceke cidî û îxlala mafên mirovan e.
Di daxuyaniyê da her wiha "ji hikûmetan hat xwestin ku ji bo pêkanîna ewlehiya welatiyan bila bikevin dewrê û hêsanî derxînin ku alîkarî bigihêjin Xezeyê."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.