Dinya

Konseya Parastina Îranê: Amerîka-Îsraîl ku êrîşî girav û qeraxên Îranê bikin, li Tengava Besrayê mayin dê bên bicihkirin

Konseya Parastinê ragihand, keştiyên welatên piştgiriyê nadin êrîşên dijî Îranê, ji bo ku ji Tengava Hurmuzê derbas bibin, divê bi Îranê ra kordînasyonê pêk bînin

Ahmet Dursun  | 23.03.2026 - Rojanekırın : 23.03.2026
Konseya Parastina Îranê: Amerîka-Îsraîl ku êrîşî girav û qeraxên Îranê bikin, li Tengava Besrayê mayin dê bên bicihkirin

Ankara

Konseya Parastina Îranê ragihand ku heger Amerîka-Îsraîl êrîşî girav û qeraxên Îranê bikin, ew ê li Tengava Besrayê mayinan bi cih bikin.

Di daxuyaniya nivîskî ya konseyê da wiha hat gotin, "Heger dijmin êrîşî qerax û giravên Îranê bike, dê li hemû xetên veguhestinê yên li Tengava Farsê (Besra) mayinên deryayî yên curbecur bên bicihkirin."

Di daxuyaniyê da her wiha hat balkişandin ku di rewşeke bi vî rengî da Tengava Besrayê dibe ku mîna Tengava Hurmuzê rûbirûyî sînordarkirineke cidî be.

Konseya Parastinê ji aliyekî din va ragihand ku keştiyên welatên piştgiriyê nadin êrîşên dijî Îranê, ji bo ku ji Tengava Hurmuzê derbas bibin, divê bi Îranê ra kordînasyonê pêk bînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.