Konseya Hevkariyê ya Kendavê Hîzbullah weke rêxistina terorê ragihand
Konseya Hevkariyê ya Kendavê (KHK) ragihand ku Hîzbullah weke rêxistina terorê îlan kiriye.

Istanbul
STENBOL
Konseya Hevkariyê ya Kendavê (KHK) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Hîzbullah, rêveberên wê û rêxistinên pêve girêdayî û yên ku jê çêbûne weke rêxistina terorê îlan kiriye.
Di daxuyaniyê da Emîndarê Giştiyê KHKê Ebdilletîf bin Raşîd Zeyanî got, "Ji ber ku Hîzbullah çalakiyên xwe yên êrîşê didomîne, xortên welatên Kendavê ji xwe ra dike şervan, çalakiyên terorî, qaçaxçîtiya çekan, navtêdana fitnê û kaosê dike û herwiha bi sedema ku serwerî, ewlehî û îstiqrara welatên Kendavê ji xwe ra dike hedef, ev biryar hatiye dayîn."
Zeyanî destnîşan kir ku piştî vê biryarê li dijî Hîzbullahê, di çarçoveya qanûnên KHKê û qanûn navneteweyî wê gavên pêwîst biavêjin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.