Dinya

Konferansa û Civîna Lijneya Rêveberiyê ya OANA ya 57emîn li Çînê hat lidarxistin

Emre Aytekin  | 04.12.2025 - Rojanekırın : 04.12.2025
Konferansa û Civîna Lijneya Rêveberiyê ya OANA ya 57emîn li Çînê hat lidarxistin

Hainan

 Konferansa û Civîna Lijneya Rêveberiyê ya Komeleya Ajansên Nûçeyan a Asya Pasîfîk (OANA) a 57emîn li Çînê hat lidarxistin.

Civîna li bajarê Boaoyê bi mazûvaniya Serokê Lijneya Rêvebiriya a Ajansa Nûçeyan a Xinhua ya Çînê Fu Hua û bi moderatoriya serokê serdemê yê OANAyê Rêvenberê Giştî yê TASS a Ajansa Nûçeyan a Rûs Andrey Kondraşov hat li darxistin.

Di civîna ku rêveberên ajansên endamên OANAyê tê da cih digirtin, Serokê Lijneya Rêveberiyê û Rêveberê Giştî yê Ajansa Anadoluyê (AA) Serdar Karagoz û Rêveberê Peywendiyên Stratejîk û Têkiliyên Derva yê AAyê Bîlgehan Ozturk jî beşdar bûn.

Endamên Lijneya OANAyê di civînê da daxuyaniyek hevbeş dan û daxwaza ewlehiya rojnamevanan li herêmên şer kirin. Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:

"Rojnamevanên li herêmên şer xizmeteke giştî pêk tînin, li dijî nûçeyên saxte têdikoşin û mafê mirovan ê agahdarkirinê diparêzin. Parastina mafên rojnamevanan divê ji bo saziyên hikûmetê yên hemû welatan pêşaniyek be."

Di civînê da Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Moxolîstanê MONTSAME ji bo dagirtina posta rêveberiya vala hat hilbijartin. Biryar hat dayîn ku Civîna Lijneya Rêveberiyê ya OANAyê ya 58emîn ji aliyê Ajansa Nûçeyan a Qeterê QNAyê va û Civîna Lijneya Rêvebereyê ya OANA ya 59emîn jî ji aliyê Ajansa Nûçeyan a Vîetnamê VNAyê va bê lidarxistin.

- AAyê Xinhua vexwend

Serokê Lijneya Rêveberiyê û Rêveberê Giştî yê AAyê Serdar Karagoz piştî civînê hevdînek digel Fuyê Serokê Lijneya Rêveberiyê ya Xinhuaya mazûvan kir.

Karagoz bi bîr xist ku Tirkiye dê di sala 2026an da serokatiya 31emîn û mazûvaniya Konferansa Aliyan (COP), ku dezgeha biryardanê ya herî bilind a Peymana Çarçoveya Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ye, bigire ser xwe.

Karagoz diyar kir ku AA dê beriya lûtkeyê bi mebesta çareserkirina berpirsiyariyên saziyên nûçeyan ên di derbarê pirsgirêkên jîngehê da, korbendeke jîngehê li dar bixe.

Serokê Lihneya Rêveberiya AAyê Karagoz, Serokê Lihneya Rêveberiya Xinhuayê Fu û ekîba Xinhuayê ji bo korbenda navborî vexwend Tirkiyeyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.