Dinya

Konferansa Stenbolê ya Pêvajoya Aştiyê ya Efxanistanê 24ê Nîsanê dest pê dike

Nazlı Yüzbaşıoğlu  | 14.04.2021 - Rojanekırın : 14.04.2021
Konferansa Stenbolê ya Pêvajoya Aştiyê ya Efxanistanê 24ê Nîsanê dest pê dike

Ankara

Civîna bi mazûvaniya Tirkiyeyê ku ji bo pêvajoya aştiyê ya Efxanistanê wê li Stenbolê bê kirin, di navbera 24ê Nîsanê û 4ê Gulanê da ye.

Wezareta Karên Derva di daxuyaniya weşand da ragihand di navbera 24ê Nîsanê û 4ê Gulanê da bi hevkariya Tirkiye, Qeter û Neteweyên Yekbûyî (NY) wê konferanseke payebilind û berfireh a nûnerên Komara Îslamî ya Efxanistanê û yên Talibanê jî beşdar dibin, bê kirin.

Hat gotin ku konferans bi mazûvaniya Tirkiyeyê wê li Stenbolê bê kirin û wiha hat gotin: "Şirîkên amadekariya konferansê dikin xwedî fikra Efxanistaneke serdest, serbixwe û yekbûyî ne û dibêjin bo pêkhatina van yekan jî piştevanî bê dayîn.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku amadekarên vê konferansê dixwazin bila aliyên Efxanistanê di vê civînê da bi hûrgilî li ser mijaran bisekinin, bo pêkhatina çareseriyên siyasî nexşerêyekê daynin ber xwe û ji bo dawî li şer û pevçûnên navxweyî bînin jî bixebitin.

Hat gotin ku amadekarên konferansê hêvî dikin ev konferans ji bo pêkhatina aştî û îstiqrara li Efxanistanê bi kêr bê û ji bo gelê Efxanistanê bibe firsend.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.