Kom û hêzên siyasî yên Filistînî di mijara ku birêvebiriya Xezeyê dewrî "komîteya teknokrat a berwext" bikin li hev kir
Istanbul
Hat ragihandin ku kom û hêzên siyasî yên Filistînî di mijara ku birêvebiriya Xezeyê dewrî "komîteya Filistînê ya berwext a ku dê ji teknokratên serbixwe yên ji gelê Xezeyê pêk bê" da li hev kir.
Kom û hêzên siyasî yên Filistînî yên ku li ser daweta Serokomarê Misirê Ebdulfettah es-Sîsî di 23-24ê cotmehê da li Qahîreyê civiyan danezaneke hevpar weşandin.
Di danezana hevpar da hat gotin ku di mijara ku birêvebiriya Xeta Xezeyê dewrî komîteya Filistînê ya berwext a ku dê ji teknokratên serbixwe yên ji gelê Xezeyê pêk bê" da li hev kirin.
Hat diyarkirin ku komîteya navborî dê bi hevkariya welatên Ereb ên bira û saziyên navneteweyî ra li ser bingeha zelalî û hesabdayîna neteweyî da li Xezeyê ji birêvebiriya jiyana rojane û xizmetên bingehîn berpirsyar e.
Di danezanê da hat ragihandin ku her wiha ji bo kontrolkirina fînansman û tetbîqkirina ji nû va avakirina Xezeyê dê komîteyeke navneteweyî bê avakirin û yekîtiya pergala siyasî ya Filistînê û serxwebûna pêvajoyên biryardayîna neteweyî hat destnîşankirin.
Di danezanê ds hat destnîşankirin ku civîn berdewama hewldanên ku bi navbeynkariya Misir, Qeter û Tirkiyeyê hatin kirin û bi dawîlêhatina êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê va bidestxistina encamên siyasî û însanî ye.
Komên Filistînî destîşan kir ku "Ji bo dawîlêanîna êşên gelê Xezeyê û pêkanîna pêşerojeke çêtir divê hemû hewldan dewam bikin."
Di danezanê da spasiya teşebûsa Ereban, aliyên Îslam û navneteweyî, bi taybetî hewldanên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên ji bo rawestandina şerê li Xezeyê kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
