Komîseriya Bilind a Hilbijartinê ya Iraqê encamên hilbijartinê weşandin

Iraq
Komîseriya Bilind a Hilbijartinê ya Iraqê (KBH) ragihand, encamên hilbijartina parlamentoyê li ser malpera wan hatin weşandin, herkes dikare bibîne.
Serokê KBHyê Ednan Celîl di civîna çapemeniyê ya li Bexdayê li dar xist da ragihand, li 3 hezar û 681 navendên hilbijartinê cudakirina dengan a bi destan bi dawî bû, bi cudakirina elektronîk va sedî 100 lihevkirî ye.
Celîl diyar kir, encamên hilbijartina giştî li ser malpera KBHyê hatin weşandin û herkes dikare lê binihêre.
Celîl wiha axivî, "KBH tu ferqê naxe navbera tu pêkhateyeke siyasî û peywira saziyê, parastina dengê dengdêran e û her wiha di vê yekê da jî bi ser ket."
Celîl her wisa ew yek da bibîrxistin, heta neyên pesendkirin, encamên hilbijartinê nefermî ne.
Li Iraqê di hilbijartina giştî ya pêşwext da li gorî encamên nefermî Koma Sedrê 73 kursî, Hevpeymana Fethê ya komên Heşda Şabî ya ku Îran piştê dike 14, hevpeymana Heyder Ebadiyê serokwezîrê berê û serkirdeyê siyasî Emar Hekîm jî 4 kursî bi dest xistin.
Komên Şîe yên navborî îdia dikin ku di hilbijartinê da hîle hat kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.