SÎÎRT
Li Sêrtê Tevfîk Yeşîlbaş (80) koleksiyona xwe ya ku di 60 salan da berhev kiriye û ji 90 hezar perçeyî pêk tê, ji bo dîtinê vekir.
Yeşîlbaşê karsaz li mala xwe ya li taxa Yeniyê koleksiyona xwe ji bo ziyaretê vekir. Di koleksiyonê da ji pereyên hesin ên ku herfên erebî li ser in, rojname û plaqên kevir ji 90 hezar perçeyî pêk tê. Gelek kes diçin serdana koleksiyona Yeşîlbaş.
- Tonek pereyê hesinî
Yeşîlbaş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku ji 20 saliya xwe vir va ji bo berhevkirina amûran li hemû bajarên Tirkiyeyê digere û got ku ev kedeke mezin dixwaze.
Yeşîlbaş diyar kir ku piraniya dema xwe di malê de derbas dike û wiha got: "Ez heta êvarê li van amûran temaşe dikim. Di koleksiyona min da tonek pereyê hesinî heye. Ez zehf jê hez dikim. Di koleksiyona min da bandên vîdeoyê û rojnameyên berê jî hene. Tevahiya rojnameyên ku piştî sala 1950î derketine hene, wek mayîn pereyên ewil ên Komara Tirkiyeyê jî hene."
- 7 hezar pakêt cixare
Yeşîlbaş destnîşan kir ku di koleksiyonê da 7 hezar pakêt cixare heye û got dixwazin ez amûrên di koleksiyonê da bifiroşim, lê ez naxwazim.
Yeşîlbaş diyar kir ku hez dike kesên din jî koleksiyona wî bibînin û wiha axivî: "Di koleksiyona min da 6 hezar plaq hene û jê 3 hezar nehatine emilandin. Bi têlefonê û carna jî bi rê ya medyaya civakî dixwazin amûrên di koleksiyona min da bikirin. Lê ez red dikim. Lewra ez perçeyekî jî bifiroşim dilê min razî nabe. Min kedeke mezin da vê koleksiyonê û bi salan di mala xwe da berhev kir. Ez dixwazim her kes bibîne. Kî were deriyê min jê ra vekiriye. Gava meriv tên dîtina koleksiyona min ez kêfxweş dibim."
- Eleqeyeke mezin heye
Ji ziyaretvanan Ozlem Aktaşê jî destnîşan kir ku 9 sal e li Sêrtê dimîne û wiha got: "Ez ji bo dîtina koleksiyonê hatim. Dema min amûr û berhemên di koleksiyonê da dîtin rojên berê hatin bîra min. Berhemên ku êdî nayên dîtin li vir hene. Ji pereyan bigre heta jetonan gelek tişt hatine berhevkirin. Divê her kes were dîtina vê koleksiyonê."