Koalîsyona Fîloya Azadiyê: Hêzên Îsraîlê xwebexşên di keştiya Madleenê da revandin
Hat ragihandin, xwebexşên di keştiya Medleenê da ji hêla eskerên Îsraîlê hatin revandin

Istanbul
Hat ragihandin, artêşa Îsraîlê midaxeleyî keştiya Madleenê kir û îrtibata bi keştiyê ra qut bû ku tê da 12 aktîvîstên parêzvanên mafên mirovan hene û alîkariya mirovî dibirin Xeta Xezeyê.
Di daxuyaniya li ser hesabê Koalîsyona Fîloya Azadiyê (Freedom Flotilla Coalition) ya Telegramê da der heqê rewşa keştiyê da agahî hat dayîn.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê midaxeleyî keştiya Madleenê kir û wiha hat gotin, "Îrtibata bi Madleenê ra qut bû. Artêşa Îsraîlê derket ser keştiyê. Xwebexşên di keştiya Medleenê da ji hêla eskerên Îsraîlê hatin revandin."
Di daxuyaniyê da bang hat kirin ku ji bo ewlehiya aktîvîstên mafên mirovan ên hatin revandin, zext li wezaretên karên derva yên welatên ku aktîvîst welatiyên wan in were kirin.
Di vîdeoya kurt da ya Yasemin Acara aktîvîsta mafên mirovan a di keştiyê da kişand jî dengê kesekî tê bihîstin ku tê texmînkirin eskerê Îsraîlê ye û dibêje, têlefonên xwe bigirin.
Di vîdeoyê da dixuyê ku destên Acara aktîvîst li hewa ne.
- Raportora Taybet a NYyê: "Kaptan dema got tekneyeke din nêzîk dibe peywendî qut bû"
Francesca Albaneseya Raportora Neteweyên Yekbûyî ya Taybet ji bo Filistînê li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku ew bi kaptanê keştiya Madleenê ra ket peywendiyê û wî ragihand ku keştî dema hat rawestandin, tu kes birîndar nebû.
Albaneseyê wiha got, "Kaptan dema bi têlefonê bi min ra axivî, min dengê eskeran bihîst. Dema got 'Teknekeye din nêzîk dibe' peywendî qut bû."
Di keştiyê da ji xeynî Rima Hassana endama Parlamentoya Ewropayê ya Fransî û Yasemin Acara welatiya Almanyayê, Huseyin Şuayb Orduyê ji Tirkiyeyê, Thiago Avilayê ji Brezîlyayê, Sergio Toribioyê ji Îspanyayê, Marco van Rennesê ji Hollandayê, Baptiste Andre, Reva Viard, Pascal Maurieras û Yanis Mhamdi yên ji Fransayê, Greta Thunberga aktîvîsta avûhewayê ya Swêdî û rojnameger Omar Faiad bi tevahî 12 kes hene.
- Aktîvîst Acara di keştiya Madleenê da got ku artêşa Îsraîlê madeyeke rehn a spî rijand ser keştiyê
Aktîvîst Yasemin Acara di keştiya Madleenê da ya hewl dide alîkariya mirovî bigihîne Xeta Xezeyê ya di bin dorpêç û êrîşên Îsraîlê da ye, diyar kir ku dronên artêşa Îsraîlê "madeyeke kîmyayî ya rehn û spî" rijand ser keştiyê.
Di vîdeoya ku li ser hesabê Koalîsyona Fîloya Azadiyê (Freedom Flotilla Coalition) ya Telegramê da hat belavkirin da hat diyarkirin ku dronên artêşa Îsraîlê li ser keştiyê difirin.
Acara aktîvîsta mafên mirovan a di keştiyê da, madeya rehn a spî ya hat rijandin nîşan da û wiha got, "Madeyeke kîmyayî rijandin ser me, em nizanin çi ye. Ev sûcekî din ê şer e ku li dijî sivîlan tê kirin."
Acara ku di vîdeoyê da rûyê xwe pêçaye, diyar kir ku ji ber madeya rehn çavên wê dişewitin.
Çavkaniyên Wezareta Karên Derva: "Tê pêşbînîkirin ku keştiya bi navê 'Madleen' berêvarê bigihîje bejayê"
Çavkaniyên Wezareta Karên Derva ragihand ku tê pêşbînîkirin, keştiya "Madleenê" berêvarê bigihîje bejayê ku alîkariya mirovî dibir Xezeyê û bi şev ji hêla hêzên Îsraîlê hat desteserkirin.
Çavkaniyên Wezareta Karên Derva wiha daxuyand, "Tê pêşbînîkirin ku keştiya bi navê 'Madleen' berêvarê bigihîje bejayê. Ji bo welatiyên me her cure piştgiriya konsuler tê dayîn û hewldanên pêwîst hatin kirin ku çawa ji keştiyê peya bibin, bi wan ra bê axaftin û serbestberdana wan were pêkanîn."
Çavkaniyan her wiha ew agahî jî parve kir ku peywendiya wan bi wan welatan ra heye ku welatiyên wan di keştiyê da hene.
Çavkaniyan diyar kir ku malbatên welatiyan der barê pêvajoyê da bi awayekî bipergal tên agahdarkirin.
- Di keştiyê da 12 kes hene
Saziya civaka sivîl a bi navê Koalîsyona Fîloya Alîkariyê (Freedom Flotilla Coalition) ji bo têkşikandina dorpêça li ser Xezeyê, bi keştiya "Madleenê" ya 18 metreyî di 1ê Hezîranê da ji Bendera San Giovanni Li Cuti ya li bajarê Katanyaya Îtalyayê ber bi Xezeyê bi rê ketibû.
Aktîvîstên di keştiya Madleenê da ragihandibûn ku heger artêşa Îsraîlê midaxeleyê bike, ew ê helwesta xwe ya aştiyane bidomînin û ew ê li ber xwe nedin.
Artêşa Îsraîlê midaxeleyî keştiya Madleenê kiribû ku dixwest dorpêça li ser Xezeyê bişikêne.
Di keştiyê da ji xeynî Rima Hassana endama Parlamentoya Ewropayê ya Fransî û Yasemin Acara welatiya Almanyayê ya Kordînatora Çapemeniyê ya FFCyê, Huseyin Şuayb Orduyê ji Tirkiyeyê, Thiago Avilayê ji Brezîlyayê, Sergio Toribioyê ji Îspanyayê, Marco van Rennesê ji Hollandayê, Baptiste Andre, Reva Viard, Pascal Maurieras û Yanis Mhamdi yên ji Fransayê, Greta Thunberga aktîvîsta avûhewayê ya Swêdî û rojnameger Omar Faiad bi tevahî 12 kes hene.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.