"Keştiya Qenciyê" ya Tirkiyeyê li peravên Bendera El-Arîşê ye

Ankara
"Keştiya Qenciyê" ya 17emîn ku alîkariya însanî dibe Xezeyê, gihîşt peravên Bendera El-Arîşê ya Misrê. Ji bo ku keştiyê bikişînin ber benderê, kutakirina prosedurên qanûnî tê payîn.
Di kordînasyona Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Afat û Acilê (AFAD) da û piştgiriya 17 saziyên civaka sivîl va alavên alîkariyê hatin amadekirin û li keştiyê hatin barkirin. Keştiya ku navê wê "Akdeniz (Behra Spî)" e, piştî rêwîtiyeke nêzî 48 saetan gihîşt Bendera El-Arîşê.
Piştî kutakirina prosedurên qanûnî, tê plankirin ku keştiyê bikişînin qada benderê. Paşê alavên alîkariyê wê werin valakirin û bi tevkariya Heyva Sor a Misrê bi wesayîtan bigihînin Xezeyê.
Di keştiyê da nêzî 900 ton alîkariya însanî heye ku ji laka dergûşan, xidaya hazir û berên konserveyê pêk tê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.