Dinya

Keştiya Mikeno ya Fîloya Sumûdê ya Kurewî gihêşt avên Xezeyê

Bekir Aydoğan, Yasin Yorgancı, Ebru Doğan  | 02.10.2025 - Rojanekırın : 02.10.2025
Keştiya Mikeno ya Fîloya Sumûdê ya Kurewî gihêşt avên Xezeyê

Ankara

Li gorî pergala şopandinê ya Fîloya Sumûdê ya Kurewî ya bi armanca şikandina dorpêça Îsraîlê û birina alîkariya mirovî ber bi Xezeyê diçe, keştiya Mikeno gihêşt avên Xezeyê.

Li gorî pergala şopandinê ya li ser malpera Fîloya Sumûdê ya Kurewî hat parvekirin, Mikeno bi qasî 9 mîlên behrê li dûrî Xezeyê rawestiyaye û ev demek e nalive.

Ramazan Tunçê Endamê Delegasyona Tirkiyeyê ya Fîloya Sumûdê ya Kurewî di daxuyaniya xwe ya da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku keştiya bi navê "Mikeno" ket avên bejayî yên Xezeyê û ji dorpêçê derbas bû.

Tunç wiha got:

"Ev tê wê maneyê ku dorpêç bi awayekî fiîlî hat şikandin. Ez dixwazim wê kêfxweşiya me bi we ra parve bikim ku me keştiya bi navê Mikeno gihand Xezeyê ku Îsraîlê ji behr û bejayê kiriye bin dorpêçeke mezin a wisa ku bi salan e însanan digot nayê şikandin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.