Dinya

Keştiya 17em a Tirkiyeyê ya ku alîkariyê dibe Xezeyê nêzîkî Bendera El-Arîşê bû

Di nav qedera 900 ton alavên alîkariya mirovî yên di keştiyê da laka dergûşan, xidayên hazir û cureyên konserveyan hene

Hüseyin Cem Dağıstanlı  | 16.10.2025 - Rojanekırın : 16.10.2025
Keştiya 17em a Tirkiyeyê ya ku alîkariyê dibe Xezeyê nêzîkî Bendera El-Arîşê bû

Ankara

 Keştiya 17em a Tirkiyeyê ya ku alîkariya mirovî dibe Xezeyê nêzîkî Bendera El-Arîşê ya Misirê bû.

Keştiya bi navê "Behra Spî" ya barê wê qedera 900 tonî alavên alîkariya mirovî ye ku di kordînasyona Serokatiya Rêveberiya Afat û Rewşa Bilez (AFAD) da bi tevkariya 17 saziyên civaka sivîl hatin amadekirin, duh bi merasima li Bendera Navneteweyî ya Mêrsînê va hat birêkirin.

Keştiya ku piştî axaftina Wezîrê Karên Navxweyî Ali Yerlikaya, bi diayan hat birêkirin, li dû rêwîtiya xwe ya li Behra Spî nêzîkî Bendera El-Arîşê bû.

Piştî ku keştî bigihêje benderê û miemeleyên fermî kuta bibin, alavên alîkariyê dê bi rêya bejayî bo Xezeyê bên veguhestin.

Di nav alavên alîkariya mirovî yên di keştiyê da laka dergûşan, xidayên hazir û cureyên konserveyan hene.

Ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va Tirkiyeyê bi 14 balafir û 16 keştiyan alîkariya mirovî şand Xezeya di bin êrîşên Îsraîlê da.

Ev keştiya ku ji Tirkiyeyê alîkariya mirovî dibe Xezeyê, keştiya 17em a alîkariya mirovî ye û her wiha keştiya 1em e ku piştî pêkhatina agirbestê bi rê dikeve.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın