Dinya

KENY ji bo ku der barê biryara dagiriya bajarê Xezeyê da hevdîtinê bike dê bi rûniştina acîl bicive

Şerife Çetin  | 09.08.2025 - Rojanekırın : 10.08.2025
KENY ji bo ku der barê biryara dagiriya bajarê Xezeyê da hevdîtinê bike dê bi rûniştina acîl bicive

New York

 Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ji bo ku der barê biryara hikûmeta Îsraîlê ya der barê dagiriyê bajarê Xezeyê da hevdîtinê bike dê sibê bi rûniştina acîl bicive.

Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên dîplomatîk bi dest xistin daxwaza civînê ji xeynî Amerîka û Panamayê ji hemû endamên KENYê hat.

Amerîkayê jî ji bo ku civîn çênebe helwesteke bi israr nîşan da.

Rûniştina acîl a KENyê dê di 9ê tebaxê da bi saeta herêmî di saet 15.00an da çêbe.

- Biryara dagiriyê

Kabîneya Ewlehiyê ya Îsraîlê duh êvarê plana der barê dagirkirina bajarê Xezeyê ya li bakurê Xeta Xezeyê cî digire pesend kiribû.

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu berî civîna kabîneyê hevpeyvînek dabû Fox Newsê û gotibû ku "Hedef dikin ku temamiya Xezeyê kontrol bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın