Haydar Şahin
21 Sibat 2019•Rojanekirin: 23 Sibat 2019
CHICAGO
Hat ragihandin ku Prof. Dr. Kemal Karpatê dîroknas di 96 saliya xwe da li Wîsconsîna eyaleta Amerîkayê mir.
Umut Acarê Serkonsolosê Chîcagoyê yê Tirkiyeyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got, "Mamoste Kemal Karpat roja çarşemê di saet 18.40î da li Madîsonê mir."
Acar diyar kir ku Karpatê di qada dîrokê da gelek berhem nivîsandibû dema li Nexweşxaneya Wîsconsînê dihat dermankirin mir, sedema mirina wî jî kalbûn bû û ezayên bedena wî êdî nedixebitîn.
Acar diyar kir ku karûbarên neqla cinaze dan destpêkirin, di 15ê sibatê da bi hev ra rojbûna Karpat a 96an pîroz kiribûn.
- Kemal Karpat
Karpat di sala 1947an da Beşa Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê qedand, lîsansa bilind li Zanistên Civakî ya Zanîngeha Wîsconsînê kir, doktoraya xwe jî di sala 1957an da li Zanîngeha New Yorkê temam kir. Karpat piştî wezîfeya li Konseya Civakî û Aborî ya Neteweyên Yekbûyî li zanîngehên wekî Montana State, New York, Princeton, Bilkent, Ortadogu Teknik, Ankara, Harvard, John Hopkins, Colombiayê û saziya Ecole des Hautes Etudes en Science Socialesê hîndekarî kir û ders dan xwendekaran.
Karpat wekî mayîn Seroktiya Beşa Xebatên Rojhilata Navîn a Zanîngeha Wîsconsînê û direktoriya The Turkish Studies Association û Saziya Lêkolînên Tirkan domandibû. Piştî van Karpat kordînatoriya Bernameya Xebatên Asyaya Navîn a Zanîngeha Wîsconsînê kiribû.
Karpat di qada dîrokê da gelek maqale û pirtûk nivîsîbûn.