Dinya

Kelbecera 27 salan di dagiriya Ermenistanê da mabû ji esaretê xilas bû

Ermenistanê Kelbecera bajarê di sala 1993yan da dagir kiribû 27 sal şûnda teslîmî Azerbeycana xweyê wê yê esil kir.

Haydar Şahin  | 25.11.2020 - Rojanekırın : 26.11.2020
Kelbecera 27 salan di dagiriya Ermenistanê da mabû ji esaretê xilas bû

Baki

 Ermenistanê Kelbecera bajarê di sala 1993yan da dagir kiribû 27 sal şûnda teslîmî Azerbeycana xweyê wê yê esil kir.

Li gor peymana agirbesta Azerbeycan û Ermenistanê bi navçîtiya Rûsyayê îmze kiribûn hêzên Ermensitanê û Ermeniyên paşê li vê derê hatibûn bicîkirin Kelbecer terk kirin, artêşa Azerbeycanê li herêmê bi cî bû.

Dema Kelbecer hatibû dagirkirin sivîlên ji Azerbeycanê yên li vê derê dijîn hema bêje qet amûrên xwe hilnedan û herêm terk kirinbûn, canê xwe bi zorê xilas kiribûn.

Ermeniyên li vê derê hatibûn bicîkirin jî di nav 15 roj dema dabûn wan da bi rihetî herêm terk kirin û hemû amûrên xwe hildan birin. Ermenî beriya ku herin jî derî û paceyên malan jê derxistin agir berî malan dan wisa çûn. Ermeniyan ne bi tenê xanî agir berî daran jî dan.

Ji 77 hezarî zêdetir welatiyên Azerbeycanê yên li navenda Kelbecera li rojavayê Azerbeycanê û sînorê Ermenistanê û 128 gundên wê berê dijîn jî piştî paqijkirina mayînan û pêkanîna ewlehiyê ew ê bikaribin vegerin malên xwe.

Ermenistanê li Kelbecera beriya dagiriyê lê Ermenî nedijîn gelek Ermeniyên ji herêmên cuda anîbûn bi dereqanûnî bicî kiribû û çavkaniyên tebiî jî wekî malê xwe xebitandibû. Kanên zêr û civayê yên li Kelbecerê di dema dagiriyê da bi dereqanûnî hatin xebitandin, dahata wê jî birin Ermenistanê.

Ermeniyan li Soyudluya (Zod) 113 ton rezerva wê heye û Axduzdax û Tuthuna 13 ton rezerva wan heye kanên zêran xebitandin û kanên civayê yên li Akyatak, Levçay, Çorbulak, Qamişlî û Akkayayê yên ji milyonek tonî zêdetir rezerva wan hene jî bi dereqanûnî xebitand.

Herî û ava madenê yên li Îstîsuya Jor, Îstîsuya Jêr, Keşdek, Garasu, Tuthun, Mozçay û Goturlusuya aîdê Azerbeycanê bûn jî bi destê Ermeniyan wekî ticarî û turîstîk hatin xebitandin.

Kelbecera 460 kîlomêtre li dûrî Bakuyê ji çiya û daristanan pêk tê.

Li Kelbecera kêmzêde 2 hezar kîlomêtreqere erdî digre 33 hezar hektar daristan jî heye.

Tê texmînkirin ku Kelbecera bajarê xwedî xweşikahiyên tebiî, avên madenê û gelek abîdeyên dîrokî ew ê di pêşerojê da li Azerbeycanê bibe navendeke turîzmê ya girîng.

Di operasyona Azerbeycanê di 27ê îlonê da dabû destpêkirin da 5 navendên bajaran, 4 bajarok û 286 gund hatin xilaskirin li ser vê Ermenistanê têkçûn qebûl kiribû û peyman îmze kiribû ku ew ê Axdam, Laçîn û Kelbecerê vala bike.

Dibê Ermenistanê Kelbecer di 15ê mijdarê da vala bikira lêbelê valakirin temam nebibû û li ser vê ji Azerbeycanê 10 roj dem xwestibû. Li ser destûra Azerbeycanê Ermenistanê soz dabû ku ew ê di 25ê mijdarê da bajêr vala bike û peyman îmze kiribû.

Li gor agirbestê Ermenistan di 20ê mijdarê da ji Axdamê vekişiyabû û ew ê di 1ê berfanbarê da jî Laçînê teslîmî Azerbeycanê bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın