Dinya

Kazimî dîsa got ku di êrîşa li Bexdayê da kêmasiya ewlehiyê heye

22.01.2021 - Rojanekırın : 23.01.2021
Kazimî dîsa got ku di êrîşa li Bexdayê da kêmasiya ewlehiyê heye

Baghdad

 Serokwezîrê Iraqê Mistefa el-Kazimî der barê êrîşa li paytext Bexdayê çêbû da careke din got ku ew ji ber kêmasiya ewlehiyê qewimî û ji bo tiştekî wisa êdî neqewime jî wê destûrê nedin.

Serokwezîr Kazimî piştî êrîşa ku duh li paytext Bexdayê bû sedema mirina 32 kesan û birîndarbûna 110 kesî Lijneya Ewlehiya Neteweyî kom kir.

Kazimî di axaftina xwe ya civînê da got ku DEAŞa rêxistina terorê ji bo li paytext Bexdayê êrîşan pêk bîne her roj hewl dide û qala kêmasiya ewlehiyê ya der barê êrîşa xwekujiyê ya duh li welêt qewimî kir.

Di axaftina xwe da Serokwezîr Kazimî got: "Ewlehî ne mijarek e ku bi tenê di çapemeniyê da qala wê bê kirin, berpirsyariye jî. Jiyana mirovan û zarokên me wisa bêqîmet nînin. Kesên nikarin berpirsyariya ewlehiya welatiyan pêk bînin bila dev ji wezîfeyê berdin. Ew tiştên duh qewimîn nîşaneya kêmasiya ewlehiyê bû. Emê destûrê nedin ku ev yek careke din biqewime."

Serokwezîrê Iraqê Kazimî destnîşan kir ku di hin şaxên îstixbaratê da zor û zehmetî hene û ji bo çareserkirina wan pirsgirêkan ewê bi xwe bi mijarê ra eleqedar bibe û wiha domand: "Iraq dewletek e û hemû şaxên ewlehî û eskerî divê bi yek dengî bixebitin. Em ê hemû şaxên îstixbaratê di bin heman banî da kom bikin. Meqamê ewlehiyê, meqamê berpirsyariyê ye. Dema ji hêla ewlehiyê va pirsgirêkek biqewime lîderên ewlehiyê berpirsyariyê hildidin ser xwe. Di vê heyama dîrokî ya Iraqê da li ser pişta me bar e ku em di hêla ewlehî, siyasî û aborî da lîderên layiqê van qadan derxin û perwerde bikin.

Di êrîşa xwekujiyê ya duh li Bexdaya paytextê Iraqê çêbû da 32 kes hatin kuştin û 110 kes jî birîndar bûbûn. DEAŞa rêxistina terorê jî berpirsyariya êrîşa hilda stûyê xwe.

Serokwezîrê Iraqê Kazimî di daxuyaniya duh weşand da bal kişand ser kêmasiya ewlehiyê û ber bi êvarê jî ji burokrasiya eskerî û ewlehiyê berpirsên payebilind ji wezîfeyê dûr xistin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.