Dinya

Kamboçyayê ragihand ku agirbesta Malêzya pêşniyar dike qebûl kir

Emirhan Demir  | 26.07.2025 - Rojanekırın : 26.07.2025
Kamboçyayê ragihand ku agirbesta Malêzya pêşniyar dike qebûl kir

Ankara

 Serokwezîrê Kamboçyayê Hun Manet piştî pevçûnên sînor ên di navbera welatê wî û Taylandê da, ragihand ku agirbesta Serokwezîrê Malêzyayê Enwer Îbrahîm pêşniyar dike qebûl kir.

Huna Manet li ser hesabê xwe yê Facebookê ragihand ku piştî pevçûnên bi Taylandê ra yên ser sînor digel Enwer peywendiyeke telefonê encam daye.

Huna Manet destnîşan kir ku Enwer ji bo pevçûnan banga agirbesta lezgîn li herdu aliyan kiriye û tekezî kir ku welatî wî ew pêşniyara Malêzyayê qebûl kiriye.

Hun Manet ragihand ku Enver bi Wekîlê Serokwezîrê Taylandê Phumtham Wechayachai re jî axiviye û got ku aliyê Taylandê jî pêşniyara agirbestê qebûl kiriye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın