Kallasa Nûnera Bilind a YEyê: "Pêkûtiya dijî Îsraîlê divê bê zêdekirin"
"Îsraîlê diyar kir armanca wî ew e ku kontrola hemû Xeta Xezeyê bi dest bixe. Guherandin, biçûkkirin yan jî îlhaqkirina axan rasterast îxlala hiqûqa navneteweyî ye"

Brussels Hoofdstedelijk Gewest
Kaja Kallasa Nûnera Bilind a Polîtîkaya Ewlehiyê û Karên Derva ya YEkîtiya Ewropayê (YE) got ku armanca Îsraîlê bidestxistina kontrola hemû Xezeyê ye, guherîneke ku dê li ser axan bê kitin û bi zorî ji cihê wan kirina nifûsê îxlala hiqûqa navneteweyî ye ji ber vê divê pêkûtiya dijî Tel Avîvê bê zêdekirin.
Kallasê di Lijneya Giştî ya Parlamentoya Ewropayê (PE) da di rûniştina ku çalakiyên Îsraîlê yên li Xezeyê cara ewil wekî "komkujî" hat rojevê da axivî.
Kallas di rûniştina bi sernava "Rawestandina komkujiya li Xezeyê: Wextê mueyideyên li YEyê hatiye" da rastî rexneyên tund ên parlamenteran hat û destnîşan kir ku çalakiyên Îsraîlê "ji xwe parastinê derbas bû."
Kallasê got ku dorpêçiya derman û xurekê ya ku li Xezeyê dijî Filistîniyan tê tetbîqkirin "Îsraîlê naparêze" şûna vê şeht li "prensîbên însanî ya bi dehan salî" dixe.
Kallasê raporên dawîn ên der barê ji 50 kesî zêdetir Filistîniyên li rêza arvan da bûn bi destê hêzên Îsraîlê hatin kuştin bi bîr xist û got ku "Rewşa însanî xirab dibe."
Nûnera Bilind a YEyê wiha axivî:
"Îsraîlê diyar kir armanca wî ew e ku kontrola hemû Xeta Xezeyê bi dest bixe. Guherandin, biçûkkirin yan jî îlhaqkirina axan rasterast îxlala hiqûqa navneteweyî ye. Heke temamî yan jî qismekî nifûsa sivîl ya li Xezeyê bi awayekî mayinde ji malên xwe bi zorî bên derxistin dê ev yek bibe îxlal hiqûqa navneteweyî."
Kallasê got ku "Pêkûtiya dijî Îsraîlê divê bê zêdekirin. Ez ê li ser navê xwe vê bikim. Wekî ku min berî niha çendî caran kir."