Dinya

Kabîneya Şer a Îsraîlê ji bo gotûbêjkirina "bersiva" êrîşa Îranê dê dîsa bicive

Mustafa Deveci  | 15.04.2024 - Rojanekırın : 16.04.2024
Kabîneya Şer a Îsraîlê ji bo gotûbêjkirina "bersiva" êrîşa Îranê dê dîsa bicive

Ankara

Hat ragihandin, Kabîneya Şer a Îsraîlê ji bo gotûbêjkirina "bersiva" êrîşa Îranê, îro dê dîsa bicive.

Di nûçeya Kanal 12ê da hat destnîşankirin, Kabîneya Şer bi dema herêmî dê di saet 14.00an da bicive.

Hat diyarkirin, madeya sereke ya civînê, "bersiva" wê êrîşê ye ku Îranê di 13ê Nîsanê da dijî Îsraîlê pêk anî.

Kabîneya Şer ji bo gotûbêjkirina bersiva êrîşa Îranê duh civiyabû. Çapemeniya Îsraîlê nivîsîbû ku endamên Kabîneya Şer ji ber nêrînên cuda yên di warê bersivdayînê da li ser fikrekê li hev nekirin.

Di nûçeyan da hatibû gotin ku di civînê da rêkeftin çêbû ku divê bersiva êrîşa Îranê were dayîn, lêbelê di warê dem û awayê bersivê da nakokî derket.

- Rageşiya Îran-Îsraîlê

Îsraîlê di 1ê Nîsanê da êrîşî avahiya Konsolosxaneya Îranê ya li Şamê kiribû. Di êrîşê da ji Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê 2 jê general, bi giştî 7 kes hatibûn kuştin.

Îranê ragihandibû ku êrîşa Îsraîlê ya dijî konsolosxaneyê tê wateya êrîşa ser axa Îranê û ew ê bersiva Îsraîlê bidin. Îsraîlê jî diyar kiribû ku ew ê jî bersiva êrîşa Îranê bidin.

Duh Îranê bi sedan wesayîtên bêmirov ên kamîkaze û moşekên balîstîk va êrîşî Îsraîlê kiribû.

Îranê ragihandibû ku wan êrîşî hin hedefên eskerî kiriye. Îsraîlê jî ragihandibû ku bi saya pergala parastinê rê li ber gelek êrîşên Îranê hatiye girtin, lê moşekek li baregeheke eskerî ya li başûr ketiye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın