Türkan Tosun
11 Nîsan 2019•Rojanekirin: 12 Nîsan 2019
Avakerê Wîkîleaksê Julîan Assange li Balyozxaneya Londrayê ya Ekvadorê ya ku ji sala 2012an pê va lê dima hat binçavkirin.
Li gor daxuyaniya polêsên Londrayê piştî ku Ekvadorê heqê xwespartinê ji Assenge stend, ew li Balyozxaneya Londrayê ya Ekvadorê hat binçavkirin.
Wîkîleaksê daxuyand Ekvadorê heqê xwespartinê bi awayekî dijî qanûnê ji Assenge stendiye.
Hefta borî Wîkîleaksê daxuyandibû rayedarekî payebilind ê Ekvadorê gotiye "Assenge wê di nav çend rojan, heta wisa ku di nav çend hefteyan da wê ji avahiyê balyozxaneyê wê bê derxistin û ji bo ku ew bê binçavkirin bi Îngiltereyê ra peyman hatiye kirin."
Di daxuyaniya Wîkîleaksê da hatibû îdakirin Serokê Dewleta Ekvadorê Lenîn Moreno hesabekî offshore yê ku ji hêla birayê xwe va hatiye avakirin dixebitîne û ji ber ku dixwaze li ser vê bigre ev biryar daye.
- Ji sala 2012an vir va li Balyozxaneya Londrayê ya Ekvadorê dijiya
Assange ji sala 2012an vir va li odeyeke Balyozxaneya Londrayê ya Ekvadorê dijiya.
Assange gelek nivîsên Wezareta Karên Derva yê Amerîkayê li ser înternetê belav kiribû û bûbû sedema niqaşan.
Mehkemeya Îngiltereyê biryar dabû Assangeyê ku di sala 2010an da ji ber destdirêjiya 2 jinan tê sûcdarkirin îadeyê Swêdê bê kirin.
Piştî biryara mehkemeyê ewê bihata îadekirin, lê ji ber ku Swedê jî ew bida Amerîkayê Assange xwe spartibû Balyozxaneya Londrayê ya Ekvadorê.
Mehkemeya Swêdê di sala 2017an da dozên der barê Assange da betal kiribû. Assenge ji bo îlticaya siyasî serî li Ekvadorê dabû û Ekvadorê jî ew serlêdan qebûl kiribû û mafê welatiyê dabû wî.
Di adara 2018an da hikûmeta Ekvadorê daxuyaniyek dabû û gotibû peyamên Assenge yên ku li ser medyaya civakî dişîne dibe sedem ku têkiliyên Ekvadorê yên navneteweyî xirab bibin. Ji ber vê înterneta Assenge hatibû qûtkirin.