Dinya

Jinên Efxan ji bo mafê xwe yê perwerdeyê "protestoya bêdeng" li dar xist

Bilal Güler, Sayed Khodaiberdi Sadat  | 19.09.2021 - Rojanekırın : 20.09.2021
Jinên Efxan ji bo mafê xwe yê perwerdeyê "protestoya bêdeng" li dar xist

Kabil

 Li Efxanistanê komeke jinan "protestoya bêdeng" li dar xist ku cardin mafê xwe yê perwerde û yê xebatê bistînin ku bi desthelata Talibanê ra hatin sînordarkirin.

Li paytext Kabulê qedera 15 jin li pêşberî Wezareta Perwerdeyê kom bûn, devê xwe bant kirin û bi dowîzên di dest xwe va protestoya bêdeng kirin.

Wezareta Perwerdeyê hat protestokirin ku roja înê di daxuyaniya xwe da destnîşan kiribû, di dibistanan da bi tenê xwendekarên kurîn dê perwerdeyê bibînin û behsa perwerdeya xwendekarên qîzîn nehatibû kirin.

Li ser dowîzan "Ders û sparteka min ji min nestîne", "Mafê perwerdeyê yê ku dîn daye ji jinan nestînin", "Bi ser keçan da girtina deriyê perwerdeyê, dê wan hebsî cehaleteke tarî bike", "Xwestina ilmê li ser jin û mêran ferz e", "Jin divê biçin dibistanê" nivîsîn.

Farah Mistefawiyê ku protesto organîze kir, diyar kir ku ew ji bo mafê perwerdeyê û yê xebatê kom bûn û wiha got, "Li gorî rêziknameya nû ya perwerdeyê keç dikarin bi tenê heta pola 6emîn perwerdeyê bistînin. Ji xeynî vê ciyên ku jin dikarin bixebitin hatin girtin. Sitandina perwerdeyê, mafê jinan ê şerî û medenî ye. Ne Îslamê û ne jî Xwedê ev maf ji me sitand."

Li ser hişyariya hêzên Talibanê, protestoya ku bi qasî 20 deqîqeyî ajot, bi dawî bû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın