Jimara kuştiyên ku ji gorên komî hatin derxistin gihişt 392yan
Gazze
Piştî ku artêşa Îsraîlê ji Xan Yûnisa li aliyê başûr yê Xeta Xezeyê vekişî, li cihê Nexweşxaneya Nasir lêkolîn hatin kirin, di encamê da sê gorên komî hatin tespîtkirin. Hat ragihandin ku tevî kuştiyên ji van goran hatin derxistin jimara kuştiyên ji gorên komî hatin derxistin gihişt 392yan.
Midûrê Yekeya Parastina Sivîl Yamin Ebû Suleyman di civîna çapemeniyê da diyar kir ku xebatên lêgerînê dewam dikin û heta niha 58 cesedên din hatine tespîtkirin.
Ebû Suleyman got, "Li cihê Nexweşxaneya Nasir lêkolîn hatin kirin, di encamê da sê gorên komî hatin tespîtkirin. Ji cesedên ji goran hatin derxistin tê fêmkirin ku li wan hinekan îşkence hatiye kirin û hinekên wan jî bi saxî binax kirine."