Dinya

Jimara kesên ku di binê avahiya tepbûyî da man û mirin derket 22an

Ahmet Dursun  | 27.05.2022 - Rojanekırın : 29.05.2022
Jimara kesên ku di binê avahiya tepbûyî da man û mirin derket 22an

Ankara

 Di 23yê gulanê da li bajarê Abadana li ser eyalata Xuzistanê avahiyeke 10 qatî tep bû û hejmara kesên mirin derket 22yan.

Li gor nûçeya têlevizyona dewleta Îranê, Waliyê Abadanê Îhsan Ebbasîpur diyar kir ku di binê kavilan da xebatên lêgerîn û xelaskirinê dewam dikin û hejmara kesên can dane derket 22yan.

Ebbasîpur destnîşab kir ku hejmara birîndaran jî gihîşt 37an.

Hat gotin ku heta niha 48 kes ji bin kavilan hatine derxistin.

Li herêma Mîrê Tehlencî ya Abadanê, Navenda Kar a Metropol a Abadanê ya 10 qatî ku çêkirina wê dewam dikir di 23yê gulanê roja duşemê da hilweşiyabû û ji ber bûyerê 11 kes hatibûn binçavkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın