Dinya

Jimara kesên di êrîşa ku artêşa Îsraîlê digel agirbestê bir ser Xezeyê da hatin kuştin derket 25an

Burak Dağ  | 20.11.2025 - Rojanekırın : 20.11.2025
Jimara kesên di êrîşa ku artêşa Îsraîlê digel agirbestê bir ser Xezeyê da hatin kuştin derket 25an

Quds

jimara kesên di êrîşên ku artêşa Îsraîlê digel agirbestê birin ser tevahiya Xeta Xezeyê da hatin kuştin derket 25an.

Di daxuyaniya Berdevkiya Parastina Sivîlan a Xezeyê da hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê êrîşan dibe ser herêmên ku di çarçoveya agirbestê da jê vekişiya, di êrîşan da jina û zarok jî di nav da 25 Filistînî hatin kuştin û ji 77an zêdetir kes birîndar bûn.

Di daxuyaniya berdevkiyê da hat ragihandin ku di nav kesên ku di êrîşa asîmanî ya Îsraîlê ya dijî Taxa Zeytûna li ser bajarê Xezeyê da hatin kuştin jinek û zarokek heye.

Li gor nûçeyên di çapemeniya Filistînê da artêşa Îsraîlê êrîş birin ser taxên Zeytûn û Şucaiyeya li bajarê Xezeyê û herêma Mewasiyê ya li ser Xan Yûnisa li başûrê Xeta Xezeyê.

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê da hat îdiakirin ku li herêma xan Yûnisa li başûrê Xezeyê gule barandin ser eskerên Îsraîlê yên di nav "Xeta Zer" a ku artêşa Îsraîlê lê dagiriya xwe didomîne lêbelê tu birîndar tunin.

Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê wek bersiv li tevahiya Xezeyê dijî hedefên îdia dike ku "yên Hemasê ne" êrîş kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın