Önder Beyter
30 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2019
Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Îranê Ebas Mûsewî bangî hemû kom, partî û kesayetên li Libnanê kir ku ji bo îstiqrar û ewlekariya welatê xwe bibin yek.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva ya Îranê ya li ser îstifaya Serokwezîrê Libnanê Saad el-Herîrî da bang li hemû aliyên welêt hat kirin ku bibin yek.
Mûsewî bal kişand ser pêwîstiya yekrêziya hemû kom, partî û kesayetan da ku li Libnanê ewlekarî û îstiqrar parastî bimîne û wiha got, "Em dixwazin ku gel û hikûmeta Libnanê vê serdema hesas û xeternak bi serkeftî li dû xwe bihêle. Divê di maweyeke aram da bersiv ji bo daxwazên gel bê dayîn."
Li Libnanê xwepêşandanên ku 17ê cotmehê li hemberî rewşa aboriyê û bacan dest pê kirin, bi daxwaza hikûmeteke nû ya serbixwe û sînorkirî ku ji teknokratan pêk tê, dewam dikin.
Serokwezîr Herîrî 21ê cotmehê ragihandibû ku wî ji bo hêsakirina krîza aboriyê qederek biryar wergirtin, lêbelê van biryaran jî têrê nekir ku xwepêşandan rawestin. Herîrî li ser vê yekê, diyar kiriribû ku ew gihîşt wê qenaetê ku divê hikûmeteke nû were damezirandin da ku berjewendiyên pîroz ên Libnanê biparêze" û îstifaya xwe pêşkêşî Serokomar Mîşel Ewn kiribû.