Dinya

Ji Îranê daxuyaniya "Heke Îsraîl êrîş bike, em ji bo bikaranîna çekên ku me heta niha bi kar neanîne amade ne"

Mustafa Melih Ahıshalı  | 16.04.2024 - Rojanekırın : 17.04.2024
Ji Îranê daxuyaniya "Heke Îsraîl êrîş bike, em ji bo bikaranîna çekên ku me heta niha bi kar neanîne amade ne"

Istanbul

 Berdevkê Konseya Ewlehiyê ya Meclisa Îranê Ebûlfezil Emoyî diyar kir, heke Îsraîl êrîşî Îranê bike ew ê çekên ku heta niha bi kar neanîne, bi kar bînin.

Li gor malpera nûçeyan a "Entekhab"ê, Emoyî daxuyanî da têlevîzyona El-Meyadînê ya ku navenda wê li Libnanê ye û îhtimala ku Îsraîl wê bersivê bide Îranê nirxand.

Emoyî diyar kir, êrîşa ku welatê wî di 13ê Nîsanê da bir ser Îsraîlê, meşrû ye û ew ê bersivê bidin her cure êrîşa Îsraîlê.

Emoyî wiha axivî, "Em ji bo bikaranîna çekên ku me heta niha bi kar neanîne amade ne. Li gor her senaryoyê planên me hene. Divê Îsraîl li gor mentiqê tevbigere."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın