Dinya

Ji Yekîtiya Ewropayê bo rawestandina pevçûnên li Îdlibê bangewazî

Abdullah Tel  | 21.02.2020 - Rojanekırın : 23.02.2020
Ji Yekîtiya Ewropayê bo rawestandina pevçûnên li Îdlibê bangewazî

Brussels Hoofdstedelijk Gewest

 Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand êrîşên eskerî yên ku li Îdlibê rejima Esed û piştgirên wî dibin serî nayê qebûlkirin û bangî hemu aliyan kir ku bila demildest dev ji şerên çekdarî berdin.

Konseya YEyê der heqê rewşa dawîn a Îdliba bajarê Sûriyeyê da deklerasyon weşand.

Di deklerasyonê da ji hemû aliyan hat xwestin ku bila demildest şerên çekdarî rawestînin û wiha hat gotin: "Êrîşên eskerî yên nû ku li bajarê Îdlibê ji hêla rejima Sûriyeyê û piştgirên wê va tên kirin dibin sedema perîşaniya mirovahiyê û nayên qebûlkirin."

Bi deklerasyonê va ji hemû aliyan hat xwestin ku bila rê û rêgezên hiqûqa navneteweyî neyên binpêkirin û hat xwestin ku bila ji bo gihandina alîkariyên mirovahî astengî neyên derxistin.

Di deklerasyonê da hat gotin ku YE piştevaniya pêvajoya siyasî ya di bin rêveberiya Neteweyên Yekbûyî da dimeşe dike, ji hemû aliyan dixwaze ku bila agirbestê pêk bînin, sivîlan biparêzin û li gorî teahudên mitebeqata Soçiyê tevbigerin.

Hat xwestin ku bila rewşa li Sûriyeyê sewqî Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.