Muhammet Kurşun
12 Adar 2017•Rojanekirin: 12 Adar 2017
ANKARA
Wezîrê Derveyî Mevlut Çavuşoglu, der barê astengkirina wezîrên Tirkiyê de got: "Ew çi gavê biavêjin emê deh qatê wan biavêjin. Tirsa me ji vê yekê tuneye. Lê tişta ku ew dikin di çarçoveya însaniyetê de nahilê."
Çavuşoglu beşdarî weşana TRTyê bû der barê astengkirina Hollandayê nirxandin kirin.
Çavuşoglu midaxeleya wesayita Wezîra Malbat û Polîtikayên Civakî Fatma Betul Sayan Kayayê ji aliyê polêsên Hollandayê wek helwesteke dijînsanî wesifand û got:
"Nalet be li hilbijartina van. Ji bo ku li welatê wan hilbijartin heye û rastgirê tund Geert Wilders li pêş e, siyasetmedar ji Wilders wêdetir diçin. Nalet li wan be. Ev bi rastî jî daketin asteke pir rezîl. Nahêlin wezîra me bikeve serkonsolosxaneya me."
Çavuşoglu bal kişand ser misîllemeyê û wiha dewam kir:
"Ew çi gavê biavêjin emê deh qatê wan biavêjin. Tirsa me ji vê yekê tuneye. Lê tişta ku ew dikin di çarçoveya însaniyetê de nahilê. Ev ji bo Ewropayê beldeya şermê ye."
Çavuşoglu herwiha ev îfade anîn ziman:
"Ez li Cîgirê Serokê Komîsyona Ewropayê Frans Timmermans geriyam. Got emê dîsa bi serokwezîr re biaxivin. Me jî got bila vê rezaletê bidawî bîne. Ev mesele ji kontrolê derdikeve. Xelkê me hessasiyeteke mezin nîşan dide. Em naxwazin ev mesele mezin bibe lê emê hemû gavên hewce biavêjin."