Dinya

Ji waliyê Kerkûkê banga "bila sandoqên dengan li Bexdayê werin vekirin"

Waliyê Kerkûkê Rakan Seîd diyar kir ku li bajarê Kerkûkê şaîbe tevî hilbijartinê bû û xwest ku sandoqên dengan li navenda Komîseriya Hilbijartinê ya Iraqê ya li Bexdayê werin vekirin

İbrahim Atmaca  | 13.05.2018 - Rojanekırın : 14.05.2018
Ji waliyê Kerkûkê banga "bila sandoqên dengan li Bexdayê werin vekirin"

At Ta mim

KERKÛK 

Waliyê Kerkûkê Rakan Seîd diyar kir ku li bajarê Kerkûkê şaîbe tevî hilbijartinê bû û bang kir ku sandoqên dengan li navenda Komîseriya Hilbijartinê ya Iraqê ya li Bexdayê werin vekirin.

Seîd li Kerkûkê di avahiya hikûmetê ya herêmî da civîna çapemeniyê li dar xist û wiha got: "Şaîbe tevî hilbijartina Kerkûkê bûye, ji ber vê yekê em dixwazin sandoq sibê ji Bexdayê ra werin şandin û li wê derê werin vekirin."

Seîd diyar kir, ew bi dengdana ku bi şopa tiliyê û bi awayê elektronîk hat kirin, bawer nînin û ew dixwazin deng ne bi pergala otomotîk bi awayê normal werin tedkîkirin.

Seîd bal kişand ku ev hilbijartin ji bo îstiqrara Kerkûk û Iraqê gelek girîng e û wiha got: "Îstiqrara Kerkûkê îstiqrara welêt e. Ji ber vê yekê divê mafê demokrasiyê yê Kerkûkiyan bi awayê herî baş were parastin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın