Dinya

Ji Trump gefxwarina heger rêkeftin pêk neyê "jinavbirina" Girava Xargê û her wiha santral û bîrên neftê

Ahmet Furkan Mercan  | 30.03.2026 - Rojanekırın : 31.03.2026
Ji Trump gefxwarina heger rêkeftin pêk neyê "jinavbirina" Girava Xargê û her wiha santral û bîrên neftê

Ankara

 Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, heger bi Îranê ra ya di ber êrîşên welatê wî û Îsraîlê da ye "rêkeftin pêk neyê", ew ê Girava Xargê ya li Tengava Besrayê, santralên ceyranê û bîrên neftê ji navê bibin.

Trump li ser hesabê xwe yê platforma medyaya civakî Truth Socialê ku navenda wê li Amerîkayê ye, der heqê mijarê da daxuyanî da.

Trump îdia kir, welatê wî ji bo bidawîkirina êrîşên xwe yên eskerî yên dijî Îranê, "bi rejimeke nû û maqûltir ra" danûsitandinên cidî dike û got ku di vê rewşê da "pêşveçûneke mezin" hat pêkanîn.

Trump di parvekirina xwe da der heqê wê yekê da gef xwar ku heger rêkeftin pêk neyê, dê çi biqewime û wiha got:

"Heger ji ber sedemekê di kurtedemekê da rêkeftin pêk neyê, muhtemelen dê pêk were, û Tengava Hurmuzê heger demildest 'ji xizmetê ra neyê vekirin' em ê hemû santralên hilberîna ceyranê, bîrên neftê û Girava Xargê bi temamî ji navê bibin û em ê 'mayîna xwe ya xweşik' a li Îranê bi dawî bikin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın