Ji Tirkiyeyê bo xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên li Mûsilê piştevanî
Ji Fermandariya Hêzên Behrê komeke xozneber bi armanca ku tevlî xebatên lêgerîn û xilaskirina bûyera binavbûna ferîbotê bibin, çû Mûsilê.
Ankara
Wezareta Parastina Neteweyî di daxuyaniya weşand da ragihand ku ji fermandariya wan ekîbek xozneber çû Mûsilê.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Ji Fermandariya Hêzên Behrê komeke xozneber a ji 20 kesî pêk tê, ji bo di xebatên lêgerîn û xilaskirina ferîbota di 21ê Adarê da li bajarê Mûsil di nav Çemê Dîcleyê binav bûbû da cih bigire bi balafireke Fermandariya Hêzên Hewayî sewqî herêmê kirin."
- Bûyer
Li bajarê Mûsilê li ser Çemê Dîcleyê ji ber binavbûna ferîbotekê 100î zêdetirî kesî can dabû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.