Ji sibehê da di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da 13 Filistînî hatin kuştin

Istanbul
Îro ji serê sibehê û vir va di êrîşên artêşa Îsraîlê yên dijî deverên cuda yên Xeta Xezeyê da 13 Filistînî hatin kuştin.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên nexweşxaneyê û şahidan hatin hildan, artêşa Îsraîlê li herêmên curbecur yên li Xeta Xezeyê êrîşên xwe yên dijî sivîlên Filistînî didomîne û di van êrîşan da konên Filistîniyên derbederbûyî, malên sivîlan û her wiha qadên kombûna sivîlan bûn armanc.
Li Xeta Xezeyê di êrîşên artêşa Îsraîlê da ji serê sibehê û vir va 13 Filistînî hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.