Ji sibehê da di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da 25 Filistînî hatin kuştin
- Bajarê Xezeyê bi hêza asîmanî û topxaneyan hedef tê girtin û her wiha bi robotên teqemenî barkirî va avahî tên teqandin

Gazze
Îro ji serê sibehê û vir va di êrîşên artêşa Îsraîlê yên dijî deverên cuda yên Xeta Xezeyê da 3 jê zarok 25 Filistînî hatin kuştin.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên nexweşxaneyê û şahidan hatin hildan, artêşa Îsraîlê li herêmên curbecur yên li Xeta Xezeyê êrîşên xwe yên dijî sivîlên Filistînî didomîne û di van êrîşan da konên Filistîniyên derbederbûyî û malên sivîlan bûn armanc.
Li Xeta Xezeyê di êrîşên artêşa Îsraîlê da ji serê sibehê û vir va 3 jê zarok 25 Filistînî hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
- Bajarê Xezeyê bênavber tê bordûmankirin
Li Xezeya ku rewşeke pir krîtîk û xeternak lê didome, artêşa Îsraîlê êrîşên xwe yên asîmanî û topxaneyan zêde kirin.
Îsraîl li Taxa Zeytûnê ya li başûrê Xezeyê û li herêma Gola Şêx Ridwan a li bakurê bajêr, malan bi robot û wesayîtên eskerî yên teqemenî barkirî va diteqîne.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.