Dinya

Ji serê salê vir va li daristanên Amazonê ji 72 hezarî zêdetir şewat derketin

Li Brezîlyayê li daristanên Amazonê ji serê salê vir va ji 72 hezarî zêdetir şewat derketin

Elif Orhan  | 21.08.2019 - Rojanekırın : 22.08.2019
Ji serê salê vir va li daristanên Amazonê ji 72 hezarî zêdetir şewat derketin

Ankara

Hat ragihandin ku li Brezîlyayê li daristanên Amazonê ji serê salê vir va ji 72 hezarî zêdetir şewat derketin.

Li gor nûçeya BBCyê ji Enstîtuya Lêkolînên Fezayê ya Neteweyî (INPE) daxuyanî hat dayîn û hat kirin ku li herêma Amazonê şewatên li gor heman heyama sala par derketin ji sedî 83 zêde bûn.

Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku ji 1ê kanûna paşîn vir va li daristanên Amazonê ji 72 hezarî zêdetir ji roja pêncşemê vir va jî piraniya wan li herêma Amazonê li Brezîlyayê ji 9 hezar û 500î zêdetir şewat derketin.

Hat diyarkirin ku li eyaleta Roraîmaya li bakurê Brezîlyayê asîman ji ber şewatan bi dûmaneke reş hatiye girtin.

- Xisara daristanê ya li Amazonê zêde dibe

Di xebata ku Imazona li ser kêmbûna li daristanên Amazonê û tunebûna cureyên zindiyan lêkolînê dike, di meha gulanê a weşand da hatibû diyarkirin ku ji tebaxa 2018an heta nîsana 2019an li herêmê biqasî 2 hezar kîlomêtro daristan bû xwelî.

Di daxuyaniya INPEyê da hatibû ragihandin ku li Amazonan di hezîranê da 920 kîlomêtroqare di tîrmehê da jî ji hezar kîlomêtroqareyê qada daristan texrîb bû.

Serokdewletê Brezîlyayê Jaîr Bolsonaro jî îdia kiribû ku endamên INPEyê ji bo ku birêvebiriya wî xirab nîşan bide der barê texrîbata daristanê da "dibe ku reqamên xapîner weşandibe" û gotibû ku rayedarên ku reqamên "gumanbar" dibîne pêk tîne dê demildest ji peywirê hilde.

Beriya serokdewletiya Bolsonaro parastina Amazonan çendî salan hêmana herî girîng a polîtîkaya hawirdorê ya Brezîlyayê bû. Jaîr Bolsonaro jî beriya hilbijartina serokdewlet diyar kiribû ku parastina Amazonan ji bo pêşketina aborî ya welêt asteng e û soz dabû ku vê qadê ji bo bikaranîna bazirganî veke.

Zanyar destnîşan dikin ku parastina Amazonên daristanên baranê yên herî mezin di têkoşîna guherîna avûhewayê da dê roleke girîng bilîze.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın