Dinya

Ji serokên Etiyopya û Erîtreyê peyama "aştiyê dewam bike"

Di navbera Etiyopya û Erîtreyê da bi salan şer dewam kiribû û ji vir salek berê pêvajoya aştiyê dest pê kiribû, serokê herdu welatan jî peyamên erênî yên ji bo pêvajoyê didomînin

Haydar Şahin  | 19.07.2019 - Rojanekırın : 21.07.2019
Ji serokên Etiyopya û Erîtreyê peyama "aştiyê dewam bike"

Addis Abeba

Di navbera Etiyopya û Erîtreyê da bi salan şer dewam kiribû û ji vir salek berê pêvajoya aştiyê dest pê kiribû, serokê herdu welatan jî peyamên erênî yên ji bo pêvajoyê didomînin.

Di dîmenên ziyareta Erîtreyê ya Abiy Ehmedê Serokwezîrê Etiyopyayê yên li ser medyaya civakî hatin weşandin da tê dîtin ku Ehmed bi Isaias Afwerkiyê Serokê Erîtreyê ra di heman wesayîtê da ye û li aliyê ajokar siyar bûye.

Herdu lîder û li kûçe kolanên Asmaraya paytext bi hev ra meşiyan û projeyên li herêmên cuda yên welêt dewam dikin ziyaret kirin.

Yemane Gebremeskelê Wezîrê Enformasyonê yê Erîtreyê der barê ziyaretê da axivî û diyar kir ku herdu serokan mijarên herêmî nirxandin û di mijara berfirehkirina hevkariyê û encamên erênî yên pêvajoya aştiyê da li hev kirin.

Etiyopya û Erîtreyê di tîrmeha sala par da deklarasyona aştî û dostiyê îmze kiribûn û têkiliyên dîplomatîk ji nû va tesîs kiribûn.

Erîtreyê di sala 1993yan da ji Etiyopyayê azadiya xwe qezenc kiribû piştî vê di navbera herdu welatan da ji ber lihevnekirina sînor pirsgirêk derketibûn û di navbera salên 1998 û 2000î da şer derketibû û di şer de bi deh hezaran meriv hatibûn kuştin.

Ehmedê Serokwezîr ê demekê li artêşê wezîfe kiribû di dema şer da jî di yekeya îstixbaratê da xebitîbû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın