Dinya

Ji Serokê Amerîkayê Trump şîroveya Gronlandê: "Vebijêrka eskerî di rojevê da nîne"

Hakan Çopur  | 22.01.2026 - Rojanekırın : 22.01.2026
Ji Serokê Amerîkayê Trump şîroveya Gronlandê: "Vebijêrka eskerî di rojevê da nîne"

Washington DC

 Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir wisa difikire ku di mijara Gronlandê da vebijêrka eskerî hewce nake û got ku wisa bawer dike ku Danîmarka dê di vê mijarê da biryara herî baş bide.

Serokê Amerîkayê Trumpnpiştî ku li Davosê di çarçoveya Foruma Aboriyê ya Dinyayê ya 56emîn (WEF) da bi Serokomarê Misirê Ebdulfetah es-Sîsî ra hevdîtin kir bersiva pirsên rojnamevanan da.

Trump li ser pirsa Gronlandê got ku "Vebijêrka eskerî di rojevê da nîne, bi ya min ev dê hewce neke. Wisa difikirim ku dê mirov di vê mijarê da biryara xwe ya herî baş bidin û ev dê hewce neke."

Serokê Amerîkayê di axaftina xwe ya îro ya di forumê da gotibû ku di mijara kirîna Gronlandê da dixwazin ku bi Danîmarkayê ra dest bi mizakereyan bikin û ji bo ku bibin xwediyê wir nafikirin ku zorê bi kar bînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.