Ji Serokê Amerîkayê Trump berteka dijî îhtimala hilbijartina Malîkî wekî serokwezîrê Iraqê
Washington DC
Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo îhtimala hilbijartina Nûrî Malîkî wekî serokwezîrê Iraqê wiha got, "Malîkî gava herî dawî desthelat bû, welat duçarî xizanî û kaoseke tam bû. Divê destûr neyê dayîn ku ev dubare bibe."
Trump di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê Truth Socialê da bertek nîşanî îhtimala hilbijartina Malîkî wekî serokwezîrê Iraqê da.
Trump wiha got, "Ez dibihîzim dibe ku Iraq Nûrî Malîkî dîsa wekî serokwezîr tayîn bike û terciheke pir xirab bike. Malîkî gava herî dawî desthelat bû, welat duçarî xizanî û kaoseke tam bû. Divê destûr neyê dayîn ku ev dubare bibe."
Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku Malîkî heger dîsa li ser kursiyê serokwezîriyê rûnê, Amerîka dê êdî alîkariya Iraqê neke û wiha got, "Em Iraqê dîsa mezin bikin."
- Koma herî mezin a Meclisê, Nûrî Malîkiyê wekî namzedê serokwezîriyê ragihandibû
Li Iraqê Çarçoveya Kordînasyonê ji wan partiyên Şîe pêk tê ku di hilbijartina giştî ya 11ê Mijdara 2025an da bi ser ketibûn. Çarçoveya Kordînasyonê wekî koma herî mezin a Meclisê, Nûrî Malîkiyê serokwezîrê berê wekî namzedê serokwezîriyê ragihandibû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
