Ji Serokê Amerîkayê Trump tehdîda "heke hewce bike em ê li axa Venezuelayê jî bixin"
Washington DC
Serokê Amerîkayê Donald Trump îdia dike ku ji Venezuelayê hişbirê tînin Amerîkayê û ji bo astengkirina anîna vê hişbirê got ku digel botên ser behrê "heke hewce bike em ê li axa Venezuelayê jî bixin".
Serokê Amerîkayê Trump li Qesra Spî civîna kabîneyê li dar xist û civîn di weşana zindî da nêzî 2 saetan dewam kir û piştî civînê pirsên rojnamegeran yên ser rojevê bersivandin.
Trump zexta ku artêşa Amerîkayê li ser Venezuelayê zêde kir û li herêma Karayîpan êrîşên dijî botên ku "li gor îdiayê hişbir tê da hene" nirxand.
Trump îdia dike ku ji welatên wekî Venezuela û Kolombiyayê hişbirê tînin axa Amerîkayê, ji bo vê yekê got ku ew biryardar in ku bi vê hişbirê ra bi her awayî têkoşînê bidin, ji bo vê yekê çi hewce bike, ew ê bikin û wî ji bo vê mijarê rayeya tam da Pentagonê.
Trump wiha axivî, "Ez dixwazim ku ew keştiyên (yên ser peravên Venezuelayê) ji holê werin rakirin û heke hewce bike wekî ku em li ser behrê dikin, em ê êrîşî axa (Venezuelayê) jî bikin. Êdî ji ser behrê pir kêm tişt tên, ji min wetrê me ji sedî 90ê wan têk birin."
Serokê Amerîkayê got, "Em ê ji bejayê jî van êrîşan bidin destpêkirin, hûn dizanin, êrîşa bejayê pir hêsantir e. Em rotayên wan dizanin, em der heqê wan da her tiştî dizanin, em dizanin ku li ku derê dijîn û em ê di demeke nêz da dest bi vê jî bikin. Her kesê ku van (hişbiran) çêdike û difroşe welatê me, wê rastî vê êrîşê were."
Trump navê Venezuela û Kolombiyayê çend carên din jî hilda û îdia kir ku ev welat berpirsê piraniya hişbira ku tînin Amerîkayê ne.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
