Dinya

Ji Serokê Amerîkayê Trump nirxandina "Şerê bi Îranê ra dê di demek nêz da bi dawî bibe"

Hakan Çopur  | 10.03.2026 - Rojanekırın : 10.03.2026
Ji Serokê Amerîkayê Trump nirxandina "Şerê bi Îranê ra dê di demek nêz da bi dawî bibe"

Washington DC

Serokê Amerîkayê Donald Trump parast ku kapasîteya nukleerê û fuzeyan û sîtola Îranê "ji holê rakirin" û diyar kir ku "dê şer di demek gelekî nêz da bi dawî bibe."

Serokê Amerîkayê Donald Trump di civîna çapemeniyê ya ku li Mîamiyê li dar xist da geşedanên dawîn ên der barê rojeva Îranê da nirxandin.

Trump parast ku qismeke gelekî mezin a kapasîteya nukleerê û fuzeyan ên Îranê ji holê rakirin û hema bêje bi temamî sîtola wan ji holê rakirin û îdia kir ku ji hêla eskerî va gelekî berî niha gihaştin asta ku hedef kiribûn.

Serokê Amerîkayê got ku "Ev dê di demek nêz da bi dawî bibe, heke dîsa dest pê bike em ê tundtir lê bixin" û li ser pirsa "Gelo dibe ku şerê bi Îranê ra di nav hefteyekê da biqede?" wekî "Dibe. Gelekî nêz da." bersivand.

Trump paşê pirseke manend a rojnamevanekî din bersivand û nirxandina "Em gelekî pêşiya teqwîmê ne ku me di serî da diyar kiribû. Me texmîn nedikir ku em ê mehek pişt ra bigihêjin vê astê. Me di rêya temamkirina hedefa xwe ya eskerî da pêngavên mezin avêtin, pêkan e ku bibêjin hema bêje temam bû."

Trump parast ku hema bêje piraniya hemû hêzên eskerî yên Îranê ji holê rakirin û got ku 50 keştiyên fuzeyan ên Îranê binav kirin, kapasîteya wan a fuzeyan daxistin ji sedî 10an û rempeyên fuzeyan jî ji sedî 90 kêm kirin.

Trump êrîşên ku Îranê birin ser hin welatên li herêma Kendavê wekî "gelekî ehmeqane" nirxand û parast ku ev welat di serî da bêeteref bûn û parast ku niha derbasî aliyê Amerîkayê bûne.

- Der barê bi Tomahawkê lêxistina dibistaneke li Îranê dê li benda encama lêpirsînê bin

Ji hêla din va Trump, nûçeyên der barê bi fuzeyeke Tomahawkê ya artêşa Amerîkayê lêxistina dibistanekî li Îranê da jî nirxandin û diyar kir ku dê di vê mijarê da li benda encama lêpirsînê bisekine.

Trump li ser pirsên biisrar yên der barê mijarê da got ku "Di vê mijarê da têra xwe agahiyên min tunin. Ev mijar niha tê lêpirsînkirin. Fuzeyên Tomahawkê ji hêla kesên din va jî tên bikaranîn. Lêpirsîn dewam dike, encama raporê çi derkeve ez ê riayetî wê bikim."

Trump îdia kir ku li herêmê Îran jî di nav da li gelek welatan fuzeyên Tomahawkê hene û diyar kir ku lêpirsîna der barê vê mijarê da dewam dike û dê li gor encama raporê tevbigere.

Ji hêla din va Trump der barê wek serokê nû yê Îranê hilbijartina Mucteba Xamaneyê kurê Ayetullah Elî Xamaney da jî got ku, "Der barê vê da xeyalên mi şikestin. Em wisa difikirin ku ji bo Îranê dê bibe sedem ku heman pirsgirêk hê bêtir zêde bibe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.