Dinya

Ji ser hesabê fermî yê Serokê DYAyê Trump fotografek hat parvekirin ku xwe weke Papa nîşan dida

Can Hasasu  | 03.05.2025 - Rojanekırın : 03.05.2025
Ji ser hesabê fermî yê Serokê DYAyê Trump fotografek hat parvekirin ku xwe weke Papa nîşan dida

Washington DC

 Ji ser hesabê fermî yê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump fotografekî ku bi hişê çêkirî hatiye hilberandin, hat parvekirin ku Trump weke "Papa" tê nîşandan.

Parvekirina ku ji ser hesabê platforma Social Truthê ya Trump hat kirin, bê nivîs bû. Trump di fotografê ku bi hişê çêkirî hatiye çêkirin da bi cilên sipî yên Papa xuya dike.

Dîmenê navborî piştî ku bi dema Washingtonê di saet 22.30yî da hat parvekirin, ji ser hesabên medyaya civakî bi lez belav bû. Piştî wê bi nîv saetê heman fotograf ji ser hesabê Xê yê fermî yê Qesra Sipî jî hat parvekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın