Ji serê sibehê vir va di êrîşên ku Îsraîlê birin ser Xezeyê da 32 Filistînî hatin kuştin

Gazze
Artêşa Îsraîlê ji serê sibehê vir va li Xeta Xezeyê êrîşî çendîn herêman kir û jin û zarok jî di navê da 32 Filistînî kuştin.
Îsraîla ku ablûqeya ser Xezeyê zêde kiriye û nahêle ku alîkariya însanî derbasî Xezeyê bibe, çadirên Filistîniyan û sivîl kirin hedef.
Artêşa Îsraîlê li taxên Til el-Hewa û Rîmalê xaniyek û çadirek, li naverasta Xeta Xezeyê xaniyê malbatekê, li Kampa Penaberan a Bureycê Dibistana Ebû Haluyê, li bajaroka Zewayîdeyê çadirên Filistîniyan ên ji cî û warên xwe bûne, li Xan Yûnis û herêma wê ya Mewasiyê êrîş kirin û di êrîşan da 4 jê zarok û dergûş, bi tevahî 32 Filistînî kuştin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.