Dinya

Ji Sekreterê Giştî yê NATOyê Rutte peyama ji bo Ukraynayê "top bi Putîn ra ye"

Selen Valente Rasquinho  | 13.08.2025 - Rojanekırın : 14.08.2025
Ji Sekreterê Giştî yê NATOyê Rutte peyama ji bo Ukraynayê "top bi Putîn ra ye"

Brussels Hoofdstedelijk Gewest

Ji Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte piştî civîna online a bi mijara Ukraynayê ku li ser daweta Almanyayê beşdar bû, ji bo qedandina şer peyama aşitiyê da û anî ziman ku êdî dora gavavêtinê ya Rûsyayê ye.

Rutte piştî civîna online ya ku digel Serokê DYAyê Donald Trump, Serokê Ukraynayê Volodimîr Zelenskî, Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Antnio Costa, Seroka Komîsyona YEyê Ursula von der Leyen û serekên Ewropayî kir, ji ser hesabê medyaya civakî Xê ya Amerîkayê daxuyanî da.

Rutte diyar kir ku Trump beriya lûtkeya 15ê Tebaxê bi hevtayê xwe yê Rûsî Vladîmîr Pûtîn ra hevdîtinek kiriye got, "Ji bo qedandina vî şerê tirsêner, pêkanîna aşitiyeke adîlane û mayinde em di nava yekîtiyê da ne."

Rutte destnîşan kir ku ji ber srektiya Trump û kordînasyona nêzîk a hevpeymanan spasdar e û nirxandina top êdî li saheya Pûtîn e" kir.

Di civîna online da ku li ser vexwendina Almanyayê hat lidarxistin, serokên navborî li ser parastina berjewendiyên ewlehiyê yên Ukrayna û Ewropayê û misogerkirina astengkirinê di rewşa çareseriyeke dîplomatîk da a bi Rûsyayê ra, axivîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın