Dinya

Ji rafîneriya neftê ya li Hayfaya bajarê Îsraîlê ya ku Îranê hedef girt dûmana reş bilind dibe

Burak Dağ, Enes Canlı  | 19.03.2026 - Rojanekırın : 20.03.2026
Ji rafîneriya neftê ya li Hayfaya bajarê Îsraîlê ya ku Îranê hedef girt dûmana reş bilind dibe

Quds

Piştî êrîşa bi fuzeyê ya Îranê ji tesîsa neftê ya li Hayfaya bajarê Îsraîlê dûmana reş bilind bû û li herêmê demekî kurt ceyran çû.

Li bajarê Hafyayê ya di hedefa êrîşan da rafîneriyên petrokimya, neftê û santalên ceyranê hene û ji herêmê dengê teqînên mezin hat û dûmana reş bilind bû.

Li gor nûçeyên di çapemeniya Îsrîalê da otorîteya sansurê ya artêşa Îsraîlê destûr da ku geşedanên der barê xisara ku di rafîneriya neftê ya li bendergeha Heyfayê da çêbû bên weşandin.

Ji ser çapemeniya civakî dîmenên ku ji qada lê dûkela santrala termîl, santrala ceyranê heye dûmana reş bilind dibe hatin parvekirin.

Televîzyona Qenal 12 a ku li Îsraîlê weşanê dike ragihand ku ekîbên ewlehî û tenduristiyê sewqî herêmê kirin.

Di daxuyaniya serwêsa alîkariya acîl a Îsraîlê Stêrka Dewûd a Sor da jî hat ragihandin ku di bersivdayîna Îranê da li gor tesbîtên ewil tu kes nemiriye.

Di daxuyaniya ku artêşa Îsraîlê paşê weşand da hat îdiakirin ku tesîsa neftê ya li Hayfayê rasterast nebûye îsabet û xisar ji ber parçeyên şerapnelê ya ku ji ber pêşîlêgirtina fuzeyên Îranê ketin çêbûye.

Wezîrê Vejenê yê Îsraîlê Elî Cohen jî got ku di rafîneriya neftê ya li Hayfayê da xisareke mezin çênebûye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.