Haydar Şahin
25 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2019
Qesra Sipî abonetiya xwe ya Washîngton Post û New York Tîmesê (NYT) betal kir û bangî saziyên federal ên din jî kir ku bira heman gavê biavêjin.
Stephanie Grishama Berdevka Qesra Sipî daxuyanî da çapemeniya Amerîkayê û got, "Bi destê hemû saziyên federal betalkirina abonetiya Washîngton Post û New York Tîmesê ew ê ji bo welatiyên baca xwe didin bibe teserufeke bi sed hezaran dolarî."
Wekî mayîn destnşankirin ku Qesra Sipî jî abonetiyên xwe yên herdu rojnameyan betal kirin û herdu rojnameyê neyên saziyê.
- Şerê Trump ê li dijî çapemeniyê
Donald Trumpê Serokê Amerîkayê roja duşemê bibû mêvanê televizyona Foxê û di bernameyê da ji bo NYT û Washington Postê gotibû, "Em wan di nav Qesra Sipî da naxwazin. Dibe ku abonetiya wan betal bikin, ew xeberên derew çêdikin."
Trump gelek caran dibêje ku CNN, NYT, Washington Post xeberên derew çêdikin û êrîşî wî dikin.