10 Gulan 2017•Rojanekirin: 11 Gulan 2017
AZEZ/ANKARA
Rêxistina terorî PYD/PKK wê ji herêma Til Rifat û derdora wê, ku bi qasî 18 kîlometreyan dûrî sînorê Tirkiyeyê ye vekişe û wê herimê ji komeke Artêşa Sûriyeyê ya Azad (ASA) re ya ku DYA piştgirê wê ye, bihêle.
Mistefa Seyceriyê berdevkê Tûgayên Mutesimê ku yek ji komên ASAyê ye derheqê hevdîtinên ku ev 3 meh in dewam dikin de ji nûçegihanê AAyê re axivî.
Seycerî got ku wê demeke kurt de hevdîtinên bi PYD/PKKyê re bidawî bibin û derbarê mijarê de wê raya giştî were agahdarkirin.
Seycerî got ku li gor bazariya di navbera PYD/PKKyê û komê de, wê PYD/PKK ji navçeya Til Rifat û herêmên wekî Dêr Cemal, Malikiye, Şevaxir, Mîr Enas, Minnig, Eyn Deqne, Şêx Îsa, Herbel, Kefir Nasih û gundê Meryemînê vekişe.
Tûgaya Mutesim yek ji wan komên ASAyê ye ku DYA li Sûriyeyê piştgiriyê didiyê.
Dihat îdiakirin ku komên ASAyê bi mebesta paşva sitandina Til Rifatê ji PYD/PKKyê, wê dest bi operasyonê bikirina.
Til Rifata dikeve aliyê bakûrê Helebê û bi qasî 18 kîlometreyan dûrî sînorê Tirkiyeyê ye.
Til Rifat berî sal û nîvekê ketibû kontrola PYD/PKKya rêxistina terorî.