Elif Orhan
16 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2018
WASHINGTON
Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) eşkere kir ku piştgirî nadin hêmanên PYD/PKKê yên li Efrînê û wan wekî parçeyekî operasyonên têkoşîna dijî DEAŞê nabînin.
Ji berdevkê Pentagonê Serdar Adrîan Rankîne Galloway daxuyanî da nûçegihanê AAyê û der barê hêmanên PYD/PKKê yên li Efrînê de got ku "Em wan wek parçeyekî operasyonên xwe yên têkoşîna dijî DEAŞê qebûl nakin. Em piştgiriyê nadin wan û bi wan re tu karê me tune."
Serdar Galloway destnîşan kir ku tu perwerde yan jî piştgiriyên ku Amerîka li Efrînê dide tune û nirxandina "Hêmanên derveyî HDSê ji me tu perwerde-tewsiye-piştgiriyê nastînin. Komên ku em piştgiriyê didin wan ew in ku bi taybetî komên ku beşdarî operasyonên dijî DEAŞê di bin."
Galloway ragihand ku parçeyê operasyonên muxtemel ên Tirkiyeyê yên ser Efrînê jî nînin û da zanîn ku hemû aliyan teşwîq dikin ku ji pêngavên ku rageşiyê zêde dikin dûr bisekinin.
Serbaz Ryan Dîllonê berdevkê koalîsyona dijî DEAŞê ya bi serkêşiya Amerîkayê de di daxuyani ku di nav rojê de dabû nûçegihanê AAyê de li ser pirsa di operasyona muxtemel a Tirkiyeyê ya ser Efrînê de gelo dê koalîyon piştgiriyê bide hêmanên PYD/PKKê yên wir an na gotibû ku "Operasyona Efrînê qada me nîne. Di serî de bakurê Ebû Kemal û qadên li aliyê rojhilat ê Robarê Firatê di eniyên ku di nav seranserê Geliyê Firata Navîn de cî digirin de em ji bo têkbirina DEAŞê piştgiriyê didin hevkarên xwe."